
Ausländer, ango biyanî, yê ku zehmetiyên nebinayi, bi awayekî ji awayan xwe ji pêsîrtengî û karesatên welatê xwe rizgar kiriye u kariye xwe bigihîne welatekî Ewrûpayê yê mezin û pêşketî. Bi ser de jî ku ev ausländer yeki Kurd ê nivîskar be, li welatê xwe yê mişt bi reşebayiyan temenê xwe yê tijî têkçûn, tirs û xofa zik li ser biryara nivîskarbûnê, niviskariya bi zimanê qedexe kirî ava kiribe, tûşî trajediya ku hem civaka wî hem jî hêzên dagirker tînin serê mirov bûbe û bazdana ji welêt ji xwe re kiribe deriyê felatê, bi peregendetî xwe gihandibe Elmanyayê, hatibe nava çandeke biyanî, zimanekî biyanî û şêwejiyaneke biyanî û mêvanperwer û ne xerîbdost, gelo çi rewşine, hal û hewaline trajîkomîk tên serê wî? Di bewerbungê de, daxwaznameya ku ji bo peydakirina kar tê nivisandin, çawa çêdibe ku çênabe weki kar “nivîskar” bê nivîsandin? Di nava keftelefta akincîbûnê û hewildana peydakirina kar de, ji bo ku yê ausländer bikaribe îqameya xwe bistîne, kîjan rê û rêbazên seyr diceribêne?
| Eser Adı | Ausländer Beg |
| Yazar | Helîm YÛSİV |
| Yayınevi | Peywend Yayınları |
| Türü | Roman |
| Cilt Bilgisi | Karton Kapak |
| Sayfa Sayısı | 156 |
| Kitap Boyutları | 13,5 X 21 |
| ISBN | 9786050645156 |


























![ORTADOĞU’DA İSLAM VE ÇATIŞAN MİLLİYETÇİLİKLER [1876-1926]](http://www.lorya.com.tr/wp-content/uploads/2021/04/ortadogu-2-400x250.png)






































