
Her çiqas berhemeke ji hêla fizîkî ve kêmrûpel û biçûk be jî, ji hêla teşe, mijar û hemû taybetiyên xwe yên din ên edebî ve berhemeke xurt û qedirbilind e.
Dana Fayeq ku mijarên çîrokên xwe yên di vê berhemê de bi giştî ji jiyana kurdan a berê û serpêhatiyên zarokatiyê wergirtiye, heta bibêjî bi rengekî estetîk, bi vegotineke xurt û ramaneke felsefîk, bi îmkanên hunerî yên edebiyatê ew gihandine asta dirûvê gerdûnî. Rexneya civakî, bi gotinek din rexneya li civaka kurd a kevneşopî mijara herî sereke ye di çîrokên wî de. Her wiha bîranînên zarokatiyê û hesreta rojên borî xalek din e ku balê dikişîne.
Xwendevan dê ji vê berhemê, hemû tam û çêja berhemeke edebî ya xurt werbigire û jê hez bike.
| Eser Adı | Çîroka Reşpoşan |
| Yazar | Dana FAYEQ |
| Yayınevi | Peywend Yayınları |
| Türü | Lêkolîn |
| Cilt Bilgisi | Karton Kapak |
| Sayfa Sayısı | 56 |
| Kitap Boyutları | 13,5 X 21 |
| ISBN | 9786058434585 |


























![ORTADOĞU’DA İSLAM VE ÇATIŞAN MİLLİYETÇİLİKLER [1876-1926]](http://www.lorya.com.tr/wp-content/uploads/2021/04/ortadogu-2-400x250.png)





































