Ev destxeta ku çîroka peydabûna wê jî bi qasî wê balkêş e, wisa diyar e di warê cureyê xwe de (simatiye) berhemeke tekane ya edebiyata kurdî ya klasîk e. Menzûme aîdî sedsala 19an e û bi şêweya mesnewiyê hatiye nivîsîn.Di nav 186 beytên wê de navê 130 xwarinên cur bi...