
“Dawî li cengê nedihat. Roj, hefte, meh û sal derbas bûn û temenê Melîk Keykawis û Fethan jî li gel wan derbas dibû. Heft salên tam, di wê pêjgehê de, bi kirandina mencelên gewre yên fafon û têkçûna qutiya mezin a doşava frengiyan, derbas kirin. Bi hezaran serbaz hatin û çûn û hatin kuştin; berpirsên gewre yên serbazî û general bistêrk û baz û şimşîr û gulegenimên ser milên wan ve derbas bûn; ji çendîn bombabaranên giran û tirsnak rizgar bûn, dehan car ji mirinê vegeriyan û ew jî hêşta her di wê pêjgehê de li bendî dawiya cengê, porê wan hêdî hêdî tayên spî jê derdiketin û ceng her bi dawî nehat.”
Eser Adı | Ketina Borkelyê Di Çîrokeke Kevn De |
Yazar | Mardîn ÎBRAHÎM |
Yayınevi | Peywend Yayınları |
Türü | Çîrok |
Cilt Bilgisi | Karton Kapak |
Sayfa Sayısı | 108 |
Kitap Boyutları | 13,5 X 21 |
ISBN | 9786058160859 |