Li ser kirasşo rûniştî bûm, li ser kevirekî reş ji Qerejdaxê, dîkê li ber lingên wê sar bûbû êdî nema diperpitî, xwîn pijiqîbû ser solên wê yê kesk ên naylonî, deq deqî dixuya mîna deqên berê. Dû re awirên min ber bi çayê ve çûn, min li ber çayê mêze kir ji bilî...
Çîrok – Masal
SOBARTO
Sobarto, ne tenê çîroka salên agirê sînemaya Amûdê, razên sert ên zarokatiyeke lidûmayî û evîneke têkçûyî ye; di heman demê de di nav îmkanên çîroksaziyeke xurt û pirhêl de çîroka miletekî bindest û çerxa feleka wî ya çep e jî…Fînala wê ya balkêş û reşbîn, sembol û...
SERPÊHATIYÊN KURDAN
Serpêhatiyên Kurdan, çîrokên rasteqîn in; hatine bihîstin, çavdêrîkirin, tecrûbekirin an ji çandeke hevpar hatine wergirtin. Ji wan jiyan, zanebûn û tecrûbeyên “zemanekî” difûre. Lê hinek jî ji ber vê qederê, ev serpêhatî îro ji me pariyekî dûr dixuyin.Wekî ku Walter...
MIRÎ RANAZIN
“Di pirtûka Mirî Ranazin de mirî xweşik in, siwarê ku dijî ajovan derkeve guhê wî jêdibe, ciwanek gava ku can dide, namire, dibe çiyayek û roj bi roj çiyayên vî welatî zêdetir dibin, sînor mirovan dixwin, dil bê derî ne, mejî di tehtîlê de ne, reşikên şevê xwe li...
MÊRÊ AVIS
“Di Mêrê Avis de Helîm Yûsiv heykel û avahiya çîroka kevneşop dirûxîne, wan çîrokên ku tiştekî li çîrokên heyî zêde nakin, li paş xwe dihêle û çîrokeke nû ava dike.Selah Dawûd-El-Isbû El-Edebî, hejmar 317, Şam, 1992 “Di Mêrê Avis de...
MEMÊ BÊ ZÎN
Memê Bê Zîn, ji çîrokên di hêla mijar, naverok, şêwe û awayê honandinê de ji hev cihê û ji hev dûr pêk tê. Ji çîrokên surreal bigire hetanî çîrokên ji bîranînên dema xwendekariya zanîngehê, ji wir hetanî bi çîrokên ku li ser bingeha felsefeya hezkirin û evînê hatine...
GOTINÊN GUNEHKAR
Nivîskar, di heman demê de ew kes e ku derdekî wî heye. Derd, naveroka berheman e, mebesta nivîsandinê ye. Hesenê Metê wekî her nivîskarê ciddî ne tenê naveroka metna xwe, awayê vegotina wê jî ji xwe re kiriye derd. Dema riya qisetkirinê bi dest dixe, di nav wê şêwaza...
EPÎLOG & SMÎRNOFF
Hesenê Metê di edebiyata kurdî de yek ji wan nivîskarê mezin ê van salên dawîn e. Hosteyê vegotin û çîroknûsînê ye. Di hemû kurteçîrokên wî de ji bo ziman kedeke mezin û dilsoz xwe dide dest. Ger di edebiyata kurdî de em behsa humour ango îroniyê bikin, Epîlog û...
ÎŞEV Û ÇÎROKA DAWÎN
Îşev û Çîroka Dawîn, ji çîrokên kurt û “mînîmal” pêk tên. Hesenê Metê vê carê berê xwe dide cureyeke ku zêde di çîroknûsiya kurdî de nehatiye ceribandin. Li gor taybetiya çîrokên mînîmal Metê, zimanekî rafîne, naverokeke bi fikr û ramanan tije, halekî rût ê kêliyeke...
ÇÎROKA REŞPOŞAN
Her çiqas berhemeke ji hêla fizîkî ve kêmrûpel û biçûk be jî, ji hêla teşe, mijar û hemû taybetiyên xwe yên din ên edebî ve berhemeke xurt û qedirbilind e. Dana Fayeq ku mijarên çîrokên xwe yên di vê berhemê de bi giştî ji jiyana kurdan a berê û serpêhatiyên...
KETINA BOREQELAYÊ DI ÇÎROKEKE KEVN DE
“Dawî li cengê nedihat. Roj, hefte, meh û sal derbas bûn û temenê Melîk Keykawis û Fethan jî li gel wan derbas dibû. Heft salên tam, di wê pêjgehê de, bi kirandina mencelên gewre yên fafon û têkçûna qutiya mezin a doşava frengiyan, derbas kirin. Bi hezaran serbaz...