Pirtûka di destê we da ser qewimandinê bûyî, ser cêribandina torîvan, ya bi sala hatîye nivîsarê. Gava tu bi xwe dibî şehedê kirinên kirî û paşê ewê behrê qelema xwe ra derbaz dikî, ew nivîsar bi hewas tê xwendinê. Pirtûkê da nîgara mêrxasan ji nava çarenûsa wan...
Roman
PARADÎS
Li ser kirasşo rûniştî bûm, li ser kevirekî reş ji Qerejdaxê, dîkê li ber lingên wê sar bûbû êdî nema diperpitî, xwîn pijiqîbû ser solên wê yê kesk ên naylonî, deq deqî dixuya mîna deqên berê. Dû re awirên min ber bi çayê ve çûn, min li ber çayê mêze kir ji bilî...
AUSLÄNDER BEG
Ausländer, ango biyanî, yê ku zehmetiyên nebinayi, bi awayekî ji awayan xwe ji pêsîrtengî û karesatên welatê xwe rizgar kiriye u kariye xwe bigihîne welatekî Ewrûpayê yê mezin û pêşketî. Bi ser de jî ku ev ausländer yeki Kurd ê nivîskar be, li welatê xwe yê mişt bi...
WEHŞÊ DI HUNDIRÊ MIN DE
Hêmaya tirsê ku di berhemên Helîm Yûsiv ên din de jî hêmayeke sereke ye, di vê berhemê de di kirasê wehş û hovitiyê de xwe dide der, wehşîtî û hovitiya ku bi sedsalane di reng û diruvên cur bi cur de li ser vê xakê kon vedaye...Di vê berhemê de, em bi riya jiyana du...
TOFAN
Tofan, di edebiyata kurdî de parçeyê tradîsyoneke kêmceribandî ye. Ew, satîrek e. Wekî gelek satîrê, pala xwe dide rexneyeke siyasî. Mirov dikare wê di nav silsileya metnên wek Meseley Wijdan û Le Xewma de bihesibîne. Di nav atmosfereke fantastîk de fanatîzma polîtîk...
TÎR Û ARMANC
Edebiyata kurdî ya modern, ya ku ji nîvê yekê yê sedsala bîstan ve bi rê ketiye, ev du dehsalên dawî ne di geşedaneke berçav re derbas dibe. Tîr û Armanc hewlek e ji qada Lêkolînên Kurdî an Kurdolojiyê ve ji bo têgihiştina paşxane û dînamîkên heyî yên vê geşedana...
STÊRKA XURICÎ FERÊT
Stêrka Xuricî Ferêt zemanê qedîm û îro tîne ba hev û bi rêya vegotinên paralel, çîroka ava kirina berhemên antîk ên Komagenê û çîroka xirakirina wan bi hev re vedibêje. Çîrokek me dibe zemanên xwedayan û nîşanî me dide ka çawa Samosê nivîsar bi fermanên Keyser,...
SATURN
Saturn, der barê çûneke muqedder de ye. Ev çûn çi qas ji bo evîna Xewbanûyê ye, çi qas ji meraqa naskirina dinyayê ye ne diyar e. Lê diyar e ku bi vê çûnê re dê hin kes bikevin fikaran û hin kes jî li ser bi destxistina îqtîdarê dek û dolaban bigerînin. Ji ber ku...
PÊSÎRÊN DAYÊ
Rewşa jin û mêr, nivîskarî, jiyana li xerîbiyê… temayên berbiçav ên Pêsîrên Dayê ne. Lê di nav van temayan de leîtmotîfek heye ku rengekî kûr û psîşîk dide van çîrokan. Ew, windakirina germahiya dayikê ye ku ji bo zarokekî bihuşteke winda ye.Bihuşt li dû maye û di...
GAVA KU MASÎ TÎ DIBIN
Gava Ku Masî Tî Dibin, romana kesekî û dewrekê ye: Masî bi xatirê evîna Berfînê dide ser rêya çiyê, dibe şervanek û li wê derê evîna wî ya şexsî bi ya welat re dibe yek. Di heman demê de ev roman, a nifşekî fedakar û bênav e. Wekî rûdanên dema xwe ya...
LI DÊRÊ
Hesenê Metê xwendevanan di Gotinên Gunehkar de dibe warekî pîroz û bo nav minaqeşeyeke lahotî-felsefî. Li Dêrê jî ew domê dide seredana cihên pîroz û vê carê ew cih jî dêreke Swêdî ya li başûrê Stockholmê ye.Ev novel li maleke Xwedê, li dêrê dest pê dike û domê dide...
LABÎRENTA CINAN
Realîzm û surrealîzma di Labîrenta Cinan de ji wan nimûneyên heyî yên ku em pê dizanin gelekî cudatir e. Û xwe dispêre cîhên welê ku ji wan çavkaniyên welatên rojava jî dûrtir e, ev surrealîzmeke xas e û ya nivîskar bi xwe ye. Pakize Barişta (Yeni Aktuel) Ji romana...
JINÊN QATÊN BILIND
“Cîhana Helîm Yûsiv a ekspresyonîst, cîhana nakokî û paradoksan e, cîhana xewn, binhişî û taswaseyê ye. Ji aliyekî ve realîst e û ji aliyê din ve surrealîst e. Nivîskar wan aliyan ji realîzmê dibe, ew ên ku xizmeta mecaz û fantaziyên cîhana wî dikin, wisa jî dest...
HEFSAR
Û ev defter jî... li ser maseya ber serê min bûye weke kêla gornekê, tenê navê min jê kêm e, li bendê ye ku roja mirina xwe lê binivîsim. Lê nabe, lewra mêze dikim êdî weke berê destê min ji xwe ne bawer e ku binivîse... qelema min jî mîna dilê min şikiyaye û êdî xêra...
FOLKLOR Û ROMAN
Folklor û Roman, di edebiyata kurdî de li pey romanên ku pala xwe dane folklorê dikeve. Di van romanan de mijarên wek hişê civakî, nasnameya netewî, berterefkirina kêmasiyên dîrokî, texeyyulên ku berê endîşeyên wan li îro ne, bi xwendineke sosyolojîk guftûgo dike.Rê,...
Firîna Bi Baskên Şikestî
Berhemên edebî pirê caran sînorên hebûna madî û ya zihnî, rastiya dinya derve û ya derûniya lehengan serobinoyî hev dikin, ji xwe edebiyat hinekî jî derbaskirina sînoran e. Lê ev berhem di sînorê jiyan û mirinê de pêl dide. Li bajarekî ku bi ewrên reş yê mirinê hatiye...
99 MORÎKÊN BELAVBÛYÎ
Ev roman, çîroka Azadê sêwî yê Amûdî ye ku wî piştî pêkutiyên dewleteke despot berê xwe daye Elmanyayê û li wir li kampekê bûye penaber. Azad, bi wergirtina mafê rûniştinê re, wekî kar ji xwe re wergêriyê hildibijêre. Bi baweriya wî, wergêrî pirek ava dike di navbera...